Hakkari doğumlu Ömer Dilsöz Diyarbakır’da yaşamaktadır.  Kürtçe yazan Dilsöz’ün bugüne kadar beş romanı yayınlanmıştır. Romanları: Hêviyên birîndar (Yaralı Umutlar), Bêhna Axê (Toprağın Kokusu), Neynika Dilî (Gönül Aynası), Berbiska Zer (Sarı Toka) Sêçerxê (Üç Çark). Dilsöz’ün son romanı Üç Çark’tan bir alıntıya ve isteğimiz üzerine yazdığı, daha önce bir dosya ile geniş yer verdiğimiz Açlık Grevleri’yle ilgili, Kürtlerin sisteme entegre edilmesine dair bir eleştirisine anadilinde yer veriyoruz.

 Nimûneyek ji romana Sêçerxê

-1-

[dropcap]R[/dropcap]obar berî min da bigihîje ser çemî. Wisa tî bûbû, wisa dev û lêv, qirik û hinav lê hatibûn hev, da hema serê xwe bixe nav avê û devê xwe da ber. Heta ez bigihîjim ser avê, xwîdanê dilop dilop di nav morika pişta min re xwe gihandibû binê piyan jî. Hema bi carê de, heta navtenga xwe da biçim bikevim nav robarî û bêyî ku avê vexwim min ê serê xwe bixista navê. Paşê da bêm ser xîza li berava çemî, li wê derê pêlavên xwe ji piyê xwe biêxim, şûtika xwe vekim û biavêjim ser piştiyê xwe ku gava gihîştim negihîştim min ew bi ser milên xwe kil-anîbû û berdabû wê palê. Pê re, da bi ser Robar ve vegerim, “Xarza, nebî te meşka xwe bi avê tijî kiribe, hela piçekî bêhna xwe vede…”

Min dî Robar li ser vê axaftinê pê hesiya ku dîsa tiştekî deredetî kiriye û diviya bîskeke dîtir bibe hedefa tîrên gotinên xalê xwe. Ji bo wê hema bi carê de xwest bala min biguhêze rexekî dî, lewra da bibêje min, “Xalo, tu dibêjî em ji menzîla wan derketin. Heke ew dera me hingaftibe qereqol be wê demê çima qet li me venegerandin û nedan dûv me?”

“Heval, ma te nedît me toz lê kire kevremij. Me kevir li ser kevirî nehişt, me qereqola wan bi ser serî û guhên wan de anî xwarê. Ez dibêjim qet çi kes jê nefilitiye loma…”

Ez da weha bersiva wî bidim. Robar jî bi rûkeniya ku berê axaftinê guhartiye û gihîştiye daxwaza xwe dê dilê xwe xweş kiriba û xwe li hizreke weke ku dibêje -Bi Xwedê Pîro, vê carê min xwe ji zimanê te filitand- dilşa kiriba.

Lê belê ez ne li wî bayî bûm ne jî li wê coxînê. Hingê min dî kermozên ku ji kelegerma tebaxê har bûne, bi carê de êrîş birin ser Robarê ku ji navtengê jor de xwe tazî kiriye û li ser xîza li dora çemî xwe vezelandiye. Ligel vê wî demildest careke dîtir xwe êxiste nav gera avê da ku kermoz bela xwe jê vekin. Weke golikê mêşan berdayê bû fîtefîta wî.

Ez da zêde xwe li vê rewşê nekim xwedî, bo min armanca me girîng bû. Çi ko em ji çalakiyekê vedigeriyan; encam û dengvedanên wê fer bûn.

Ji ber hindê ez da ji nişkê ve bêjim, “Ev şev û rojek e bêrawestan di vê kelegerma havînê de ez bi vê kaltiya xwe di van kendal û şikêran re direvim, xarzê, vêca, piştî vê çalakiyê, niha dê dengê me belav bibe hema ji sibê ve nabore diviya şervanên nû berê xwe bidine aliyê me. Tu dê bibînî, em ê serî li van çiyayan bitewînin ha!”

Robarê ku hê jî bi kermozan re têdikoşî û nediwêriya serê xwe ji avê derxe, dê çu deng nebiribane xwe. Mitî û bêdengî… dengê tenê şepeşepa wî weke bertek da xuya bike.

Ez da dîsa bêhneke kûr berdim, simbilên xwe bicûm û li gotina xwe vebim, “Erê erê, piştî ku şervanên nû tevlê birra me bûn, ez wek Serokê Şoreşê dê li kampê bim, tu yê bibî Serfermandarê Komîteya Navendî û talîmatên min ragihînî bask û beşên rajêr. Ez êdî nikarim vê kelecana şerî rakim. Ancax piştçeper bim, an jî ji navendê ve şoreşê koordîne bikim heval!..”

Dibe ku ev gotinên dawîn li Robar pir girîng hatibin, loma bêyî ku guhê xwe bide kermozan ji avê derket, çû ber kuçeyê pişta xwe da min, derpiyê xwe êxist, bilez û bez ew guvaşt, şireşirek hat, weke ku di wê navberê de çirrek dabe guhanê yanî destava zirav jî kiribe lê piştrast nebûm, pişta wî li min bû. Paşî weke berkê birûskê bi lez û bez dîsa derpiyê xwe kire ber xwe. Paşî şepikê tirgalê xwe danî nav milên xwe û birkiraskê xwe rahişt û xwe gihande lêva çemî. Ew careke dî di avê hiland, danî ser berekî hilû bi her du piyan kete ser, çend caran dîsa li avê hiland û guvaşt. Paşê ber min ve hat, xwest ez jî rexekî bincilê kiribû gulok bigirim; min bi aliyekî wî bi aliyekî ve bada heta baş av jê çûyî. Paşî kire ber xwe, tirgal kişande ser, şal kire piyê xwe, doxîna xwe şidand, şûtik li navtenga xwe aland û xwe peyt kir.

Wê rojê ez û gerîlayê xwe yê nû Robar, ji meqerê ku ew sê çar meh bûn em lê dihêwirîn, bi dehan kîlometreyan bi wêdetir li binê geliyekî kûr ku te digot qey bêbinî ye, li rexê robarekî zelal, di bin darên biyan de bûn û me bêhna xwe vedida.

Ez diviya bi ser Robarî de vegerim û bibêjimê, “Te xêr e, tu karê çi dikî? Te çima şûtika xwe girêda?”

Weke ez li bendê bim, da li ber vê pirsa min matmayî bimîne û bi çavên bel li min binêre. Lê da têbigihêje ku diviya ew şûtika xwe veke çi ko we reng e hêj karê min li vê derê maye û em niha ji vê derê nediçûn.

Te dî hingê germ bû, tebaxê çend roj hilgirtibûn û kelegerma havînê di kamlana xwe de bû. Ango çilê havînê li dar bû. Fêqiyên kerrik ku bi darên xwe ve şorî ber pê bûbûn, hêdî hêdî digihîştin û tû û tûşemiyên ku tama devî xweş dikir, êdî sêvên havîne, gûz û tirî jî li xwe digire mêvan.

Piştî min jî têr bêhna xwe berda û piçekî bi ser xwe ve hatim, rabûm çûm min av vexwar. Min jî weke Robarî bincilên xwe di avê hilandin û ew guvaştin qenebe da piçek bêhna xwîyê û qirêja wê jê biçe.

Jixwe danê firavînê jî hatibû. Ez wisa qayil bûm ku ew dever têra xwe ewle ye. Lewma min ji Robar xwest ku ji bo me xwarinekê amade bike. Te dî Robarê ku ev sê çar meh e, her roj digel banga dîkê sibê bi talîmata min ji xewa şirîn hişyar dibe, bi saetan ji pê ve li talîmat û dersên îdeolojîk ên –ku ez bi xwe amade dikim- guhdarî dike, pişt re bi tavdanê re bi kevir û zinaran re hildikişe, xwe bi çiqilên daran ve hêl dike û şinav û barfîskan dikêşe, bi dû re diçe binê newalê talîma armancanê pêk tîne û bi şev piştî ku tarî erdê dinixêve û sîsirk dest bi strana şev û şevexwînê dike, dest pê dike ji bo kontrolê çar dorên şikeftê qadeke sed hin cihan sêsed metreyî raçav dike, min dî bi carê de rabû û ji bo pahtina zadî dest bi berheviyan kir.

Ji wê de li devereke penîçav sê ferşeber gihandin hev, qirşên êzingan ên ziwabûyî anîn lêk dan, agir pê xist û çaydanka xwe ya reş tijî av kir û danî ser. Pê re ji piştiyê xwe nanê hişkerû derxist, bi avê hiland û ji bo nerm bibe bi potekê pêça û danî ber tavê. Pişt re anî ew nanê ku li ber tavê dîsa hişk bûyî bi ser kevirekî pahn kuta, wekî ku conî bikute. Paşê ji derdorê sêvên havîne, gûz û girsik dane hev. Ji naylona ku di binê çentika wî de bû, kulmek jajî derxist, keriyek helaw û arxavk û asîdeya ku pê re, berda ser tûrikê reş ê li ber xwe, hûrikên nanê kutayî bi nav jajî xist, piştî ku piştrast bû çay keliya, gazî kire min û em her du li xwarinê werhatin.

Her kêlîk ji bo min û Robar talîm, rahênan û dersekî perwerdeyê bû. Ez da ji Robarî re bêjim ku gerîlatî yanî pêrabûn û helwêsîna bi şoreşê tevahiya jiyanê digire ber perrên xwe. Ji bo her warê jiyanê çand û têgihîştin, ferheng û hişmendiyekê ji mirovî re ava dike. Şoreş, di heman demê de çanda xwe ya xwarin û vexwarinê jî çêdike. Çawa ku ferheng û termonolojiyeke xwe ya taybet û xweser saz dike û tîne pê, di heman demê de bo her warê jiyanê jî te dike xwedî helwest û rawesteke taybet û xweserî te.

Wê demê piştî vê axaftina kurt çavên min li ser destexanê –ne ku destexaneyeke bajêrî bû, cemedanî me raxistibû bin-  mane zîq û da bêjim, “Xarza ez xwarina sereke ya gerîlatiyê Pîno nabînim?”

“Pîno?”

“Erê pîno!”

“Xalo, bo min bêje ka çawa tê çêkirin, soza Xwedê be, danê bê ez wê çêkim.”

We reng e ji kêfê çavên min biriskîne, ji ber wê min devê xwe çepçepand, “Xarza” got, “Pîno xwarineke me ya sereke bû. Serê pêşîn, tu yê hinek avê berdî exlewînkê…”

[/one_half] [one_half_last]

“Exlewînk çi ye?”

“Miqilk e ma çi ye… Axaftina min nebire heval. Haa, erê; vêca te av berda miqilkê, bêjê erê,”

“Erê” go Robar,

“Baş e” kêfa min hate cî, “Niha jî deyne ser kuçkî, paşî ardî pê werke heta pîno pîno bûbe bila bikele. Mistek xwê jî berde navê. Paşê berepişt bike, bila her du rexên pîno û bi dû re xewlê bikelîne. Ew avî û rontir e. Avê di qoşxaneyekê de bikelîne, ji nav teraşan giyayê guhreşk heye, sîrik jî dibe û giyayek heye weke tirşûkê ye belgên wê piçekî pahn in wê jî dikarî bixî navê û wisa bikelînî… Xarza, ev xwarinên taybet ên gerîlatiya me ne û evên han me îcad kirin.”

“Wekî dî çi xwarin hene xalo?”

“Li dayika xweristê binêre, hemû guhan û berên xwe ber me vekirine, hema çi tiştê ji berî nermtir û ji axê rontir hebe dikarî jê sûdê wergirî û bi awayekî jiyanê pê bibî serî. Heval, em niha zarokên xwezayê ne, ew dayika me ye, carina dibe ku guhê me jî bikêşe, carina jî di ber sînga xwe me di xew ke…”

Wê demê ez da bi çavên serê xwe bibînim ku her roja diçe Robar êdî bi her halê xwe çist dibe û hê gotina min ji nav du lêvên min dernediket, ew dibeziya hewarê. Gelekî jîr bû. Kêm caran min tiştek du car digotê, we reng e ji dil û can xwe dida ser kar û barê xwe. Her karê xwe bi hezkirinê pê radibû û hezkirina xwe têdixiste navê.

Heta piştî demekê êdî Robar welê hat, tu yê bibêjî qey li van çiyayan hatiye dinê, hema bêje bûbû gurê çiyê. Çav û bedena wî, dest û piyên wî, xwî û xisletên wî bi vê heyamê re wisa li jiyana vî çiyayî baniyan hema te digot qey Robarê berê çûye û yekî çiyayî hatiye şûnê.

Te dî ez da bêjim Robarê berê lê heke rastî riya xwedê ye, derbarê Robarê berê de çu tişt li bîra min nebû, hema min we dizanî ku ez ji tarîsanekê derketime û bo mebestekê li ser vê riyê me. Bîrdanka min têra xwe şêlo û bi mij û moran bû.

Gelo ez kî bûm?

Piştî van pirsyarên ku her cara min ji xwe dikirin, êşekê xwe berdida serê min, ez da dîsa vegerim ser pirsa war û mirovî û Robarê me yê çeleng ku ji roja em hatine vir ve ye gelekî guhartin di bizav û rabûn û rûniştina wî de pêk hatine û li jiyana çiyê gelekî gunciye. Hevberkirina Robarê nû û yê berê tenê bi mebesta roja hatinê, ka hûn çi dibêjin, roja derketinê û vir ve li xwe digire.

Ez da piştî vê pêla xiyalê vegerim ser Robar û bibêjimê,

“Xarzê, war mirovî dişibîne xwe”

Û ew da çavên xwe zîq bike û li min binêre, weke her carê li benda peyvên dê bîsteke dî bidin pey hev. Ez da dest ji zelalkirina pirsa war û mirovî berdim û gav bidime nav mijara şoreşê ku min ew peywira me ya sereta û bingehîn dizanî û da pê de biçim, “Piştî vê çalakiyê diviya em ji xwe re birrek şervanan peyda bikin. Ji bo vê jî diviya em dest bi çalakiyên propagandayê bikin, lewra em ê dakevin nêzî warnişînan û gelê xwe rêk bixin. Wan bînin di aşê şoreşê de bihêrin da ku xewna hezar salî ya vî gelî bînin cih.”

Min dî madê Robar piçekî tirş bû, neda der lê weke ku di naxê xwe de dibêje -Robaro, welle ji te çû, te pê girt!-

Niherê, êdî ev kar dijwar bûbû û bar jî giran bûbû. Agir pêketibû û êdî diviya çu tişt weke berê nebûya. Perdeya masûmiyeta me çirriyabû. Encama berheviyên me yên du sê mehan êdî ber bi qonaxeke nû ve teşe dida xwe.

Di ser çalakiya me ya pêngava vejînê re ku min wisa pênas kir, du roj çûbûn. Piştî em vekişiyan qonaxê û me xwe girt ewlehiyê, helbet me yê nirxandina rewşê bikira û encam û destkeftiyên çalakiyê binirxandina.

Tenê berî niha bi du rojan bû.  Taveke kel hêdî hêdî xwe radestî siya êvarê dikir û tîna tavê piçek be jî dişikest. Piştî ku me li ser nexşeyê ku ev nexşe jî min bi xwe li ser axa pole çêkir û girik bi girik, milik bi milik hedef ji bo Robarî destnîşan kirin; Ez da bêjime wî, ji vir çend dol û milik bi wêdetir sînor heye. Sînor çemek e. Li rexê dîtir li ser helavêjkekê qereqolek heye. Bo parastina wê gelek çeperên asê ku çekên giran lê ne, hene. Derdorên qereqolê qadeke fireh bi mayinan hatiye asêkirin. Darên nêzik qereqolê birî ne. Kamerayên termal û şevbîn li çeperên ser giran hatine vedan. Bi tîna laşê mirovî dikarin bi hatina mirovî bihesin. Di her çeperekê de herî kêm çar leşker nobê digirin. Dibe ku ev hejmar bo çeperên nêzî qereqolê du bin. Çeperê ser giran yê herî stratejîk e; hejmara nobedarên wê derê heşt an deh e. Tîmek her şev li wir e. Serbazê wan an çawişê pispor e an jî subayek e. Tenê riyek diçe qereqolê ew jî di biniya wê re diçe û bîst û çar saet tîrên ronahiyê li ser in. Qereqol gelekî asê ye, beşên ragihandin û hawarxwestinê li aliyê piştê ne, teqemenî li milê rastê, cihê razana leşkeran jî li milê çepê ye. Ev û bi dehan hûrgiliyên dîtir hene lê ligel vana avantajeke me ya mezin heye. Em hişyar in, ew bi xew in. Ev demeke dirêj e, li deverê çu şer û pêkdanan rûnedaye, ji ber hindê ez wisa texmîn dikim ku ew niha gelekî sist in û hayê wan ji me nîn e. Ji ber vê em ê zêde xwe gîro nekin, taktîka me ev e; em ê dev ji çeperên parastina qereqolê berdin. Em ê ji binî ve biçinê. Berî her tiştî em ê xwe baş kamûfle bikin, teniyê li hinarûk û eniya xwe bihûsin, zendên xwe jî reş bikin da ku li ber şewqê neteyîsin, paşî em ê cilên xwe şil bikin lê ne zêde. Em ê bi devxişkî xwe bigihînin devê qereqolê û tê werkin. Heta wan hay ji xwe dibe diviya em sînorî bibezînin.

Bi vî awayî plana çalakiyê amade bû.

Bi dû re me rahişte du roket, çar narîncok, her yekî ji me pênc jarjor fîşekên li ser du keleşnîkofan û me ligel xatirxwestina tîrêjên tavê berê xwe da riya rojhilatê şûnciha xwe.

Saet li derdora 21.00a şevê em gihîştin dora warekî. Min, bi Robarî da zanîn ku ew qereqola cendirmeyan e û bi zikxişkî me xwe gihandin dora wî warî. War, tu dibêjî qey warê miriyan e, mit û bêdeng… Li dora wê têlên rêsayî û çeperên nobetê jî xuya nedikirin. Tenê taneke edetî ku dişibiya çîta li dora reşkonên koçeran û li aliyê rojhilatê vê avahiya nizim û hinekî mezin jî cihekî wekî qulûbeya nobetê bi ber çavan diket. Ji ser wê derê ve tîrêjên lempeya projektorê a boş bi çarmedor dizivirî.

Bi Robarî nizanim lê gurpegurpa dilê min bû.

Piştî ku başebaş em nêzik bûn û menzîla me xuya kir, bi fermaneke min Robar berê roketa li ser milê xwe da vê qulûbeyê û bi çemandina bişkokê re kir gurm û ew qulûbe bi toz û dûxanê werbû û bi ser hev de felişî. Pê re min narîncokên ber tenişta xwe derxistin, pîmê wan kişand û pey hev ew berêve kirin bo ser wî warî. Gurmîniyeke guhteqîn pê ket. Hema bêyî ku mecalê bidinê, me, berê şêlika tivengên xwe da ser warî û ew bi çendê sê deqeyan bêrawestan şêlebaran kir heta ku her yekî ji me sê jarjorên xwe vala kirin.

Paşê bi talîmata min, me xwe vekişand û bêrawestan demeke dirêj lê nizanim çend saet bû, me ber bi geliyê aliyê xwarê ve bazda û xwe vekişand. Paşê min hin dît ku em gihîştine ser wî çemî. Heta hingê hew carekê jî em bi paş xwe ve nezivirîn û me nenihêrt ka çi li dûv me qewimiye û me çi encam bi dest xistiye.

Bêlome be, em tenê du kes bûn, diviya mirov hemû hesaban bike û a herî girîng jî bi sax û silametî bigihêje armanca xwe.

[/one_half_last]

[text_type type=”three” max_font_size=”” min_font_size=””] Du meh+heftiyek di çerxa mirinê de [/text_type]

[D]axwazeke rojîgir ango çalakvanên grevê ev bû ku riya “axaftina bi Îmraliyê re” ya ku “di kosterên xirabe û ba û bagerê dialiqî” bête vekirin da ku zemîna ‘diyalogê’ çêbe. Yek ji daxwazeke dî ya rojîgiran “perwerdeya bi zimanê dayikê” –bi a min daxwaza herî girîng û civakê vedigire- bû. Ev daxwaza ku diviya li pêşiya hemûyan bûya û demildest bihata bicîanîn, “di tengala parastina bi zimanê dayikê” re hate qulipandin û –bi a min- bi tevnçina wê lîstin û daxwaz jiber birin. Ango bêwate kirin. Nava wê xeritandin, kakila wê jê deranîn û qalikeke vala dane ber me û weke ku “reformeke bêhempa kiribin” li me didine xwarin. Îro pêvajoya ‘entegrekirina kurdan a bi sîstemê’ wek encama grevên birçîbûnê dest pê kir. Mebesta grevan hate berevajîkirin û balanseke zirav lê hate kirin.

Payizeke bi liv û tevger, di bin siya grevên birçîbûnê de di ser me re hat û çû. Ez xwe li hejmar û rêjeya wê nakim xwedî, derdê min naverok û peyama wê ye.

Heke li bîra me be, greva ku dengvedaneke mezin li nav welêt û derve pêk anî, piştî hevdîtinên dualî, bi daxuyaniyeke ji Îmraliyê bi dawî hat.

Daxwazeke rojîgir ango çalakvanên grevê ev bû ku riya “axaftina bi Îmraliyê re” ya ku “di kosterên xirabe û ba û bagerê dialiqî” bête vekirin da ku zemîna ‘diyalogê’ çêbe.

Yek ji daxwazeke dî ya rojîgiran “perwerdeya bi zimanê dayikê” –bi a min daxwaza herî girîng û civakê vedigire- bû.

Ev daxwaza ku diviya li pêşiya hemûyan bûya û demildest bihata bicîanîn, “di tengala parastina bi zimanê dayikê” re hate qulipandin û –bi a min- bi tevnçina wê lîstin û daxwaz jiber birin. Ango bêwate kirin. Nava wê xeritandin, kakila wê jê deranîn û qalikeke vala dane ber me û weke ku “reformeke bêhempa kiribin” li me didine xwarin.

Îro pêvajoya ‘entegrekirina kurdan a bi sîstemê’ wek encama grevên birçîbûnê dest pê kir. Mebesta grevan hate berevajîkirin û balanseke zirav lê hate kirin.

Vê gavê greva ku du meh û hefteyek di çerxa mirinê de zindan kirin mizgeftên berxwedanê zemînek çêkir û delîveyek vekir.

Lê ew zemîn îro –bi a min- rast nayê bikaranîn û dek û dolabên tarî têne gerandin. Rastî û gewherê wê tê manîpûlekirin.

Xasma, grevê ew armanc hebû ku di dawiyê de “bi awayekî mafên perwerdehiya bi kurdî” di çarçoveya qanûna bingehîn de bête mîsogerkirin û mafê “statûya siyasî a mehelî” ji bo Kurdan bête dayîn, biborin bête naskirin.

-Dayîn, têgiheke rast nîn e, ew maf jixwe suriştî ye, tenê divê bête îadekirin û naskirin-

Vêca gava tablo bi giştî bête berçavkirin, pêvajo ku bi berxwedana du meh û hefteyekê dest pê bûyî, a niha dikule û di tenga dertengê siyaseteke çurs re asê bûye.

Van rojan mode ye, her kes dilê xwe bi peyva “konjonkturelê” xweş dike û çaverê ye ku dê ‘encamek ji aliyê wî ve’ li pey were.

Xitimîn û çursiya pêvajoyê dikin gunehê stûyê “dirêjbûna bihara Sûrî” ku zivistan bi ser de hat.

Rola Kurdên vê derê û statûya wan a piştî hilweşîna rejîma Beasê têra xwe serê biryardarên konjontûrê şêlo dike.

Bi kurt û kurmancî, pêvajoya îro, nanê tenûra “grevên birçîbûnê” ye, îrade û yekrêzî û bibiryariya li vê çalakiyê peyda bûyî, -bi a min, diyarkera heyamekê ye û bingehê hilketinên cihêreng e.

Omer Dilsoz kî ye?

Ji Colemêrgê ye, li Amedê dijî. Bi kurdî dinivîse, heta niha çar romanên wî hatine çapkirin. Di pencereya xwe ya duçavik re li jiyana derve dinêre û reng û dengên mirovan rengînî û zengînî dizane û xwe di nav sînorên çi fikr û ramanan de asê nake.